NAVENDA NÛÇEYAN- CAR ku lêkolînan li ser veguhestina çek û muhîmatên leşkerî dike ragihand ku çekên pêşketî yên di destê cihadîstan de bi ser Tirkiyê re digihin wan.
Rêxistina bi navê ya CAR ku lêkolînê li ser veguhestina çek û muhîmatên leşkerî dike ragihand ku çekên pêşketî yên ku ketine destê cîhadîstên Sûriyê û malzemeyên çêkirina çekan bi giştî bi ser Tirkiyê re digihin wan.
DAIŞ ji bêperetî organên milîtanên xwe difiroşe Dezgehê her wiha daxuya kirin ku çekên "Welatên Rojavayî" ku gihîştine ber destê DAIŞê jî ji ser Tirkiyê gihîştine wan.
'PÊŞÎ JI BAZARA TIRKIYÊ DIÇIN'
Li gor nûçeya BBC'yê ji tîma rêxistina CAR (Conflict Armament Research) James Bevan dibêje, "Dema em bala xwe didin ser çekên pêşketî û teqemeniyên çêkirî dibînin ku têkelên kîmyawî bi rêjeyeke zêde standine ku van jî pêşî ji bazara Tirkiyê distînin."
'PÊWENDIYÊN WAN LI BAŞÛRÊ TIRKIYÊ XURT IN'
Rêvebirê CAR'ê diyar dike ku DAIŞ li başûrê Tirkiyê bi bazirganên çekan re xwedî pêwendiyên xurt e ku di hin rewşan de tê dîtin ku di navbera 3 hezar û 5 hezarçewalan de stokên wan ên madeyên kîmyewî hene ku ev jî tê wê maneyê nîvê stokên fabrîkayekê dikare bikire. Rêveberê CAR'ê anî ziman ku di hin rewşan de 3-5 çewal kîmyasal dîtine û nirxandina "ji bo vê yekê divê hin kes biçin û nîvê stokên kargehê bikirin" kir û anî ziman ku qutiyên muhimatê heta ku digihije kargehên Ewropaya Rojhilat lê hilberîner van malzemeyan bi awayekî "qanûnî" difıroşin Amerîka û Erebistana Suîdî. Rayedarê CAR'ê destnîşan kir ku ev ji ser Tirkiyeyê hatine şandin û hişyariya "armanc ne şandina ji bo DAIŞ'ê be jî heke hûn çek an jî muhimatê bidin aktorên derveyî dewletan xetereya wan a ketina destên şaş heye."