NAVENDA NÛÇEYAN - FARC û hikûmeta Kolombiya di peymanek nû de li hev kirin.
Hikûmeta Kolombiya û Hêzên Çekdar ên Şoreşger (FARC) bi peymanek nû li hev kirin. Piştî peymana yekem di referandumê de hat redkirin ji nûve peyman îmze kirin. Serokdewletê Hikûmeta Kolombiya Juan Manuel Santos, di axaftina "Banga Netewê" de peymana nû ji raya giştî re îlan kir û diyar kir ku êdî divê vê pêvajoyê bikin firsend û aştiyê pêk bînin. Santoz, da zanîn ku di 50 salên dawî de bi milyonan mirov ketin bin bandora şer û divê ew êdî vê rûpela bi êş bigirin. Santos, destnîşan kir ku ew dê hemû fikarên muhafazakarên Kolombiyayî îkna bikin û wiha got: "Di peymanê de 50 guhertin çêbûn. Hêzên muxalif bawer dikin ku FARC ji binpêkirina mafan nayên cezakirin. Serokê Dewletê yê berê Alvaro Uribe ku serkêşiya hêzên muhalefetê dike bawer dike ku peyman di lehê FARC'ê de ye. Muxalifên di pêşengiya Uribe de jî dixwazin vê peymanê jî bişînin referandumê.