NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerê Rêberê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela Essa Mousa jiyana xwe ji dest da. Moosa ku ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bike di 2016'an hat Tirkiye û rastî astengiyan hat, diyar kiribû ku Ocalan ji bo çareseriya demokratîk aktor û şensek muhîm e.
Parêzerê Rêberê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela ku di sala 1990’î de bi hevdîtinê ligel dewletê kirin re riya pergalek demokratîk ava kir Essa Mousa jiyana xwe ji dest da. Moosa ku ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bike di 2016'an hat Tirkiye û rastî astengiyan hat, diyar kiribû ku Ocalan ji bo çareseriya demokratîk aktor û şensek muhîm e.
Parêzerê Rêberê Kongreya Neteweyî ya Afrîqa (ANC) Nelson Mandela yê ji aliyê rejîma Apartheid ve rastî cezayê darvekirinê hat, Prz. Essa Moosa jiyana xwe ji dest da. Moosa ku wekî dostê kurdan dihat nasîn di sala 2016'an de bi armanca bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bike serî lie Wezareta Dadê ya Tirkiye dabû û rastî astengiya wesaretê hatibû. Moose li Tirkiye beşdarî gelek panel û konferansan bûn. Moosa, berê jî gelek caran xwest bi Ocalan re hevdîtin bike. Lê rastî astengiya hikûmetê hat. Endamê Înîsiyatifa Azadiya Ocalan a Navneteweyî Moosa, tevî 11 endamên Heyeta Delegasyona AŞtiyê ya Navneteweyî hat Tirkiye, lê rastî astengiyan hat. Serokê Heyetê Essa Mousa, name ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag re şand û wiha got. "Wekî serok Nelson Mandela, li Efrîqaya Başur gavên çareseriyê avêt em bawer dikin ku Ocalan jî li Tirkiye ji bo pirsgirêka kurdan van gavan bavêje. Ji ber vê yekê em dixwazin biçin li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin"."
Moosa, piştî rastî astengiya Wezîrê Dadê hat xeyalê wî şikest û got: "Armanca me em bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin. Ji bo çareseriyê em diwazin gavan bavêjin. Em dixwazin hikûmetê îkna bikin. Ocalan aktor û şensek gelek mezin a polîtîk e. Divê Tirkiye vê pirsgirêkê çareser bike."
Essa Mous, ji bo daxwaza "Ji Ocalan re azadî" di Nîsana 2016'an de li Strasbourgê beşdarî çalakiya Nobetê ya ji bo Ocalan bûbû.
TECRÎDA LI SER OCALAN PIR XERAB E
Essa Moosa herî dawî di 19'ê Tirmeha 2016'an de li bajarê Suleymaniye beşdarî konferansa bi navê "Nerînên Ocalan û li Rojhilata Navîn Aştî û Aramî" bû û wiha gotibû. "Tecrîda li dijî Ocalan pêş dikeve ji ya Mandela bêtir girantir e.
SERSAXÎ
Rêxistdina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), jî piştî Essa Moosa jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê da. DBP'ê diyar kir ku Moosa têkoşerekî bi rêgez û li dijî hemû pergalên serdest her dem bi sekna xwe ya xurt li dijî desthilatdarî û mêtingeriyê tekoşîna azadî û wekheviyê da. DBP'ê da zanîn ku bîranîn û têkoşîna wî ya rûmet û aştiyê dê ji aliyê gelê kurd ve bê mezinkirin û bilindkirin. DBP'e ji malbata wî û hemû gelê Efrîqaya Başûr re sersaxî xwest.