Alman Erdogan naxwazin

BERLÎN - Li gorî lêkolîna rojnameyan a cemaweriyê ji sedî 77'ê Almanî xwestin mîtînga Serokomar Tayyip Erdogan a der barê referandumê de bê qedexekirin û destûr neyê dayîn.

Rojnameya Almanya "Bild am Sonntag" cih da anketa lêkolînê ya Şîrketa Emnid a der barê nezîkatiya gelê Alman a li dijî xebatên ferandumê û mîtînga Serokomar Tayyip Erdogan a li Almanyayê. Şîrketê li ser 503 kesan lêkolîn kir. Li gorî encama lêkolînê ji sedî 77 welatiyên Alman naxwazin ku Erdogan li Almanyayê mîtînga referandumê li dar bixe û dixwazin mîtîngên Erdogan bên qedexekirin. Rojnameya Bild hefteya borî li ser agahiyên der û dorên diplomatik ên Enqereyê nûçe çêkir. Di nûçeyê de diyar kir ku Serokomar Tayyip Erdogan dê di meha Adarêde Almanya ziyaret bike û dê li Eyaleta Ren-Vestfalya a Bakur mîtînga referandumê pêk bîne. Berdevkê Hikûmeta Alman Steffen Seibert jî daxuyanî da û diyar kir ku ji bo Erdogan li Almanya mîtîngê pêk bîne tu daxwazek wan a fermî tune ye.

Hevserokê Partiya Yeşiller Cem Ozdemîr jî ji rojnameya Bild am Sonntag re axivî û der barê mîtînga Erdogan de wiha got: "Ji bo diktatoriya li Tirkiye dixwaze demokrasiya me paşguh bike. Em nikarin vê yekê rakin. Em li dijî Erdogan in ku li Almanya mitîngê pêk bîne. Ji bo îşkence û zextan li welatê me cihê propagandayê tune ye."

MERKEL BI TIRS TEV DIGERE

Li gorî nûçeya rojnameay Deutsche Welle jî Ozdemir helwesta hikûmeta federal a li hemberî Tirkiye rexne kiriye û diyar kiriye ku hikûmeta Alman tawîzan dide Tirkiye. Ozdemir, ziyareta Seroka Alman Merkel a beriya hilbijartinê li Tirkiye pêk bîne jî rexne kir û wiha got: "Merkel plan dike ku di Nîsanê de
Tirkiye ziyaret bike. Ev nîşan dide ku Merkel piştgiriyê dide diktatoriya Erdogan. Ozdemîr binçavkirina Nûçegîhanê Rojnameya Die Weltê Deniz Yucel ji rexne kir û wiha got: "Wezîrê Karên Derve Sigmar Gabriel ji bo ku Yucel bê berdan zêde zext li hikûmeta Tirkiye nekirne. Hikûmeta Federal li dijî Erdogan bi tirs tev diggere."