Fikara Konseya Ewropa zêde bû: Tirkiye diherike otokrasiyê

NAVENDA NÛÇEYAN - Fikarên Konseya Ewropa ya der barê rewşa Tirkiye de zêde dibe. Di çapameniya ewropa de nûçeyên der barê Tirkiye yên ku Tirkiye bêtir diherike otokrasiyê zêde dibin. Çapemeniyê bal kişad ser rapora Komîsyona Venedikê ya rewşa Tirkiye bi neyinî şirove dike.

Komîsyona Venedîk a Konseya Ewropa ku bi lêkolîn û şopandina reformên Qanuna Bingehîn berpirsiyar e, der barê rewşa siyasî ya Tirkiye de rapor amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku Tirkiye ji demokrasiyê dûr dikeve û bêtir ber bi pergala otokratik, rejîma yek zilamî ve diherike.

Rojnameya Suddeutsche Zeitung îro cih da encama rapora Komisyona Venedîkê. Rojnameyê bal kişand ser naveroka raporê û diyar kir ku Tirkiye niha ji hêz û rewşa ku karibe rê li pêşiya otoriter û otokrasiyê bigire dûr e.

VENÊRTIN NEMA YE

Deutsche Welle ku di rojnameyê de cih da raporê, diyar kir ku Komîsyona Venedîkê ya girêdayî Konseya Ewropa reformên qanûnên bingehîn ku li 57 welatan tên plankirin xistine bin çavdêrî û mercekê. Komisyonê, bi zimaneki rexneyî bal dikişîne ser Qanûna Bingehin a armanc dike dewleta Tirkiye ji nûve plan bike û diyar kir ku dê biryarên parlamento ango darazê û Serokomar ji nûve di ber çavan re derbas bikin.
Rojnameya Zeitung, da zanîn ku komîsyonê di raporê de diyar kiriye ku pergala Serokdewletiyê ku li Tirkiye tê plankirin, dê venêrtiyê tevî ji holê rake û hêj ji niha de Serokomar bi biryarên KHK'ê hêz û erk xistiye kontrola xwe. Rojnameyê da zanîn ku komîsyon bal dikişîne ser hêza darazê ya li Tirkiye ku qîmeta wê nemaye û wiha got: "Bi vê guhertinê dê bi temamî serxwebûna darazê û hêza darazê ji holê rabe.

Komîsyona Venedikê bal kişand ser rewşa OHAL'ê ya piştî 15'ê tîrmehê û rexne kir ku guhertin di rewşa OHAL'ê e pêk bên. Komîsyonê da zanîn ku di şertên OHAL'ê de azadiya vîna siyasî zêde hatiye sînorkirin û ev yek rê li pêş demokratîkbûna referandumê digere.

Komisyonê ji Enqereyê xwest ku heta OHAL bi dawî bibe referandum bê taloqkirin an jî dawî li sînorkirina vîna siyasî bê anîn.