Tûra 4'em a Cenevre bi dawî bû

NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Staffan de Mistura, diyar kir ku tûra 4'em a hevdîtina bi mijara Sûriye bi dawî b^Fu. Mistura anî ziman ku dê ji bo tûra 5'em di nava meha Adarê de dawetî Cenevreyê bikin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (BM) yê Sûriyeyê Staffan de Mistura, diyar kir ku hevdîtinên têkildarî Sûriye yên li Cenewreyê di 23'ê Sibatê de dest pê kir tûra 4'em bi dawî bûye. Mistura, piştî hevdîtinan civîna çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku tûra çarem bi dawî bû û wiha got: "Ji bo hevdîtinên di navbera rayedarên hikûmetê û hêzên muxalif de raste rast pêk bên di nava hewldanan de ne. Di rewşa hazir de li ser navbênkaran hevdîtin tê kirin. Em li vir û Astana bûn şahidê vê yekê.

Skreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî diyar kir ku dê têkildarî encamê dê agahiyê bidin Konseya Ewlehiyê ya NY'ê. Mistura, da zanîn ku dê tûra 5'an di nava meha Adarê de pêk bînin

Berê hatibû diyarkirin ku dê hevdîtin di 20'ê Adarê de pêk bê.