NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Hêza Peyvira Hevpar ê Yekbûyî ya Operasyona Biryara Xwezayi li dijî DAÎŞ'ê dimeşînin Stephen Townsend, TSK hişyar kir û xwest kare amadekariya ji bo Reqqa ya koalisyonê asteng neke.
Fermandarê Hêza Peyvira Hevpar ê Yekbûyî ya Operasyona Biryara Xwezayi li dijî DAÎŞ'ê dimeşînin Stephen Townsend, ji Bexdeyê bi riya telekonferansê beşdarî civîna çapemeniyê ya Wezareta Parastinê ya DYA'ê bû. Fermandarê Emerîkî Stephen Townsend, bal kişand ser rizgarkirina Babê ya ji DAÎŞ'ê û wiha got: "Divê têkoşîna TSK û OSO ya li dijî DAÎŞ'e li pêş karê hêza koalasyonê ya ji bo Reqqa nebe asteng. Bab ji bo bigêjin Bakurê Suriyeyê xwedî cihekî girîng e. Di meha Cotmehê piştî Dabik paşve hat stendin, DAÎŞ'ê El Bab wekî navenda lojistik û biryargehê bikar anî. Dê xetên piştgiriyia DAÎŞ'ê bên qutkirin. Dê endamê rêxistinê yên li Reqqayê bên îzolekirin. Dê tevgera DAÎŞ'ê ya li Sûriyeyê û îxraca DAÎŞ'ê ya ji Ewropayê re bê rawestandin."
Townsend, anî ziman ku niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) xebatên îzolekirina DAÎŞ'ê ya li Reqqayê berdewam dikin û dê hemû bijêrkan di ber çavan re derbas bikin. Townsend, anî ziman ku mijara beşdariya hêza Tirk a Reqayê, hêj niqaş dikin. Fermandarê Emerîkî der bare beşdarbûna hêzên kurd a operasoynê jî got: "Erê em li bendê ne ku kurd beşdarî operasona Reqqa bibin. Ya rastî ewe ku kurd li Reqqayê hene. Kurdên herêmî hene. Kurdên din hene. Kurd, ereb, turkmen hene. Ji bo ku em Sûriyê ji DAÎŞ'ê rizgar bikin têdikoşin. Ez li bendê me kurd beşdarî vê operasyonê bibin. "