Ji Serokê Hollandayê bersiv: Nayê qebûl kirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî Almanyayê Hollandayê jî destûr neda ku wezîrên AK Partiyê kampanyaya ji bo refandumê lidarbixin. Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte, wiha got: “Em vê napejirînin. Qadên civakî yên Hollandayê ne qadên ku welatek din ji bo kampanyayên siyasî li darbixinin.”

Destûr nayê dayîn ku wezîrên AK Partiyê çalakiyên ji bo kampanyaya referandumê ya 16’ê Nîsanê li Ewropayê bên pêkanîn. Piştî Almanyayê destûr nehat dayîn ku çalakiya li Rotterdama Hollandayê bê lidarxisitn. Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte, derbarê mijarê de di seatên sibê de daxuyaniyek da.

SEROKWEZÎRÊ HOLLANDAYÊ: NAYÊ QEBÛLKIRIN

Li gorî nûçeya televizyona dewletê NOS a Hollandayê, Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte li ser hesaba xwe ya facebookê daxuyaniyek da, diyar kir ku ji rayedarên Tirkiyeyê ji bo çalakiyê daxwazek fermê hatiye kirin lê ew nahizirin ku hevkariya wan bikin. Rutte di peyama xwe de ev tişt gotin: “Em vê yekê napejirînin. Qadên civakî yên Hollandayê ne qadên ku welatek din ji bo kampanyayên siyasî li darbixinin.”

Piştî biryara betalkirina li Almanyayê rayedarekê saziya ji tirkên li Hollandayê pêktê dabû zanîn ku dê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu tevlî mîtînga ku dê 11’ê Adarê de bê lidarxistin bibe. Hikûmeta Hollandayê destûr ne dabû vê mîtîngê.