Almanya daxuyaniya Erdogan a şibandina Naziyan rexne kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê Giştî yê Partiya Yekitiya Xirîstiyanên Civaki (CSU) Andreas Scheuer bertek nîşanî daxuyaniya Serokomar Erdogan a şibandina Naziyan da û got: "Destopê Bogazê ji rê derketiye"

Alozî û qeyrana di n avbera Tirkiye û Almanya de mezin dibe. Piştî Serokomar Recep Tayyip Erdogan der barê Almanya de daxuyanî da û şibandin Nazîyan rastî bertekên partiyên Alman hatin. Wezîrê Edaleta Federal Heiko Maas (SPD) bertekên tund nîşanî daxuyaniya Erdogan da. Maas beşdarî bernameya Anne Wîll a qanala ARD a Cemaweriya Alman bû, ji bo şibandina Nazî got: “Rezalet û nayê qebûl kirin"

Maas, anî ziman ku Serokomar Erdogan provoke û aloziyê dike û wiha got: "Niha fesadiyê dike. Divê em li dijî fesadiyê hişyar bin. Di bernameya "Bericht aus Berlin" a qanala ARD’ê de Serokê Koma Partiya Yekîtiya Demokratên Xirîstiyan (CDU) Volker Kauder jî bertek nişanî şibandina Nazî da û wiha got: "Gotinê Serokomarê welatê ku muttefîkê NATO ye der barê Almanyaye de nayê qebûlkirin û nayê bawerkirin. Ev ji aliyê dewleta hiqûq ve jî pirsgirêkên cîddî ne. Cîgirê Serokê CDU Julia Klockner jî di hesabê twitterê de bertek nîşanî Erdogan da û got "Ev tiştekî qirêj e xwe ne zanîn e."

Sekreterê Giştî yê Partiya Yekitiya Xirîstiyanên Civaki (CSU) Andreas Scheuer bertek nîşanî daxuyaniya Serokomar Erdogan a şibandina Naziyan da û got: "Destopê Bogazê ji rê derketiye"