Almanyayê nota da Tirkiyeyê

BERLÎN - Gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan û rayedarên hikûmetê yên "Almanya piştgiriyê dide PKK'ê" Berlîn aciz kir. Rayedarên almanyayê ji ber sûcdarkirinên bi riya çapemeniyê nota dan Enqereyê û hate gotin ku daxuyanî ji ber sedemên siyasî yên navxweyî ye.

Hikûmeta Berlînê ji ber gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan û rayedarên hikûmetê yên "Almanya piştgiriyê dide PKK'ê" aciz bû.

Li gorî agahiyên DW tirkî Balyozxaneya Enqereyê ya Almanyayê di asta Wezareta Karên Derve de kete nava hewldanan û diyar kir ku hin sûcdarkirinên ku hin siyasetmedar bi riya çapemeniyê didin rast nînin, li ser agahiyên şaş tên kirin ji ber vê yekê jî gelek aciz in.

Hate hînbûn ku Musteşarê Balyozxaneya Enqereyê ya Almanyayê di asta Wezareta Karên Derve de ketiye nava hewldanan, nota daye û diyar kirine ku ew bi fikar in ku ev sûcdarkirin zirarê bide têkîliyên wan.

Di notayê de hatiye gotin ku daxuyaniyên ku "Tirkiyeyê têkîldarî PKK'iyan 4 hezar û 500 dosya daye Almanyayê" nerast e lê ev ji aliyê siyasetmedarên tirk ve her tim tê dubarekirin, di raya giştî de têgehekî şaş tê agirandin. Di notayê de di heman demê de têkîldarî "têkoşîna bi terorê re" gavên ku tê avêtin jî cih girtiye.

BERLÎN ACIZ E

Gotinên Serokomar Erdogan ên hefteyên borî yên wekî "Almanya ji bo rêxistinên terorê cihekî ewle ye" "hembêza xwe ji rêxistinên terorê re vedike" anîbû ziman li Berlînê bûbû sedema aciziyen mezin.

Li gorî çavkaniyên dîplomasiyê yên alman sûcdarkirinên ku di demên dawî de li dijî Almanyayê tên kirin ji ber sedemên siyasî yên navxweyî yên Tirkiyeyê ne.