Di êrîşa Kabilê de zêdetirî 30 kesî hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ya Afganistanê, diyar kir ku li Kabîlê êrîşek li dijî nexweşxaneyeke leşkerî pêk hatiye û di êrîşê de zêdetirî 30 kesî hatine kuştin.

Li Paytextê Kabîlê yê Afganîstanê li nêzîkî Dadgeha Destûra Bingehîn êrîşeke xwekujiyê pêk hat. Wezareta Parastinê ya Afganîstanê daxuyani da û diyar kir ku êrîşek li dijî nexweşxaneyeke leşkerî pêk hatiye. Di êrîşê de zêdetirî 30 kes hatine kuştin û zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûne. Di saetên serê sibê de hatibû diyarkirin ku li nêzîkî nexweşxaneyeke leşkerî teqînek pêk hatiye û dûre dengê guleyan hatiye bihîstin. Hat zanîn ku teqîn li nêzîkî balyozxaneya DYA'yê pêk hatiye.