Ji DYE’yê ji bo Reqayê sewqiyata mezin

ENQERE - Di dema operasyona Reqayê nêz dibe de DYE’yê top û fuzeyên ku hêza wan a êrîşê bilinde di yek carê de sewqî Sûriyeyê kirin. Herêma ku tê gotin leşkerên DYE’yê hatine bicihkirin jî herêma di bin kontrola QSD’ê de ye.

Li gorî nûçeya di çapemeniya DYE’yê de cih digire, Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE’yê (CENTCOM), ji bo piştgiriya topan bide operasyona Reqayê hat îdîakirin ku Piyadeyên Behrê û hêzên lêder şandine Sûriyeyê. Hat diyarkirin ku nêzî 300 leşker 25-30 kîlometre bakurê Reqayê hatine bicihkirin, dê obusên M777 ên ku guleyên 155mm diavêjin û helîkopterên Osprey piştgiriyê bidin operasyonê. Hat ragihandin ku 11’emîn Yekîneya Seferî ya Deryayê ya li Kuveytê bû şandine, ji bo ewlehiya hêz û komê pêk bîne dê yekîneyên din jî sewqî herêmê bê kirin. Li gorî agahiyên di çapemeniya DYE’yê de, qada ku dê sewqiyana nû lê bêkirin, ji herêmên k udi bin kontrola QSD’ê de ne pêk tê. Di nûçeyê de bal hat kişandin ser ku ev sewqiyata herî mezin a ku di carekê de hatiye pêkanîne.

HEMAN RÊBAZ LI IRAQÊ JÎ HAT BIKARANÎN

Heman rêbaz ji aliyê DYE’yê be di operasyona Musilê de jî hatibû bikaranîn. Dema 12’emîn Tumenên Iraqê Musil dorpêkirin DYE’ê pergala HIMARS danîbûn û bi êrîşê piştgrî dabû operasyonê.


TOWNSEND DAXUYANÎ DABÛ

Fermandarê Operasyona Biryara Xwezayî ya Hêzên Yeketiya Peywirê Stephen Townsend, ku bi pêşengiya DYE’yê li dijî DAÎŞ’ê şer dikirin, diyar kiribû ku yekîneyek biçû ya bejahiyê bi roketên HIMARS’ê piştgirî dane 500 leşkerên Amerîkayên ên li Sûriyeyê peywira xwe bicih tînin. Tê gotin ku ev yekîneya nû tê rêkirin dê cihê wan negire dê ji bo piştgiriya wan biçin wir. Her wiha balkêlşe ku ev sewqiyat piştî li hevnekirina Serfermandarên Artêşê ên Tirkiye, Rûsya û DYE’ê pêk tê.


TONER: EM Ê PIŞGIRIYA XWE YA JI BO QSD’Ê BIDOMÎNIN

Berdevkê Wezîrê Karên Derve Mark Toner di civîna çapemeniyê ya lidarxistibû de bi pirsa gelo dê piştgiriyê bidin QSD û YPG’ê rû bi rû bû. Toner wiha gotibû: “Em zûde piştgiriyê didin YPG’ê ya ku li bakurê Sûriyeyê din ava hêzên QSD’ê de ye. Wekî me berî jî gotibû, ew li dijî DAÎŞ’ê têdikoşin û ji bo ji holê rabikin gelek bi bandorin. Heta niha 6 hezar kilometre û ji dem adi 4’ê Mijdarê de operasyon destpê kir li derdora Reqayê ji 100’ê zêdetir gund ji deste DAÎŞ’ê rizgar kirin. Em wekî DYE’yê hevkariya kut ê gotin din ava PKK û YPG’ê de heye bi rêzdarî pêşwazî dikin.”