NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Ofîsa Çapamenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov, diyar kir ku dê Pûtîn û Erdogan kordînasyona leşkerî ya Sûriyeyê biaxivin.
Balyozê Tirkiye li Moskowê, armanca sereke ya hevdîtina Erogan û Pûtîn eşkere kir. Dmitriy Peskov, diyar kir ku yek ji mijara sereke ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Moskowê binirxînin kordînasyona leşkerî ya Sûriyeyê ye. Peskov, da zanîn ku mijara sereke avakirina kordînasyona navbera hêzên leşkerî ya çareseriya siyasî li Sûriyeyê ye û wiha got: "Wekî hûn dizanin leşkerên Tirkiyeyê jî li Sûriyeyê operasyoneke leşkerî pêk tînin û leşkerên rûsî jî ji bo piştgirî û piştevaniya artêşa Sûriyeyê çalakiyên xwe didomîne. Ev rewş mecburî hevkariyeke nêz û kordînasyonekê divê bi xwe re bîne. Bêguman wê mijara lêpirsîna kuştina Balyozê Rûsyayê li Enqereyê Andrey Karlov jî di hevdîtinê de wê cihekî girîng bigire."
Peskov bi gotina "Ji herdu aliyan jî dê gelek wezîr tevlî civîna Konseya Hevkariya Bilind a Rûs û Tirk bibin. Mijar tijî ye, alîgir wê ji bo projeyên bazirganî, hevkariya ekonomîk, Herka Tirkî û yên wekî Sentrala Akkuyuyê nîqaşan bikin." dawî li axaftina xwe anî.