Rejîmê ji NY'ê xwest Tirkiye leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne

NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Sûriyeyê ji bo “Tevgera Mertalên Firatê” ya Tirkiyeyê bi dawî bibe, bang li NY’ê kir. Rejîmê diyar kir ku ger leşker paşde neyên kişandin dê hêza xwe bikar bîne.

Li gorî nûçeya di çapemeniya Sûriyeyê de cih digire, rejîma Esad ji NY’ê xwest ku “Hêzên dagirker ên Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê paşde bên kişandin”. Rejîmê diyar kir ku ger leşker pişde neyên kişandin dê hêzê bikar bînin.