Serokê Hollanda: Bila her kes hedê xwe zanibe

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte, helwesta hikûmeta AK Partiyê ya “Ji bo em aloziyê derxin tişta ji destê me tê em dikin" rexne kir û got: “Bila her kes heddê xwe zanibe" Şaredarê Rotterdam Abutalip jî diyar kir ku sefaretxaneya Tirkiye ya Rotterdamê diyar kiriye ku wezîr nayê Holanda û dewew li wan kiriye.

Qeyrana di navbera Tirkiye û Holanda de her ku diçe mezin dibe. Piştî Holanda destûr neda ku wezîrên AK Partiyê li welatê wan mîtingan pêk bîne û propaganda referandumê bike rageşî zêde bû. Duh Holanda destûr neda ku Wezîrê karê Derve Mevlut Çavuşoglu li wir civîna referandumê bike û wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê paşve vegerandibû. Li ser vê yekê Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu û Serokomar Erdogan gef li Holanda xwar û gotin ew dê hesabê vê yekê ji Holanda bipirsin. Li ser vê yekê Serokwezîrê Hollanda Mark Rutte, beşdarî bernameyek tv bû û hikûmeta Tirkiye hişyar kir.

SÛCDARKIRINA NAZÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN

Rutte anî ziman ku roja şemiyê 8 caran li Serokwezîr Binali Yildirim geriya ye û gotina Serokomar Erdogan a "Bermaniyên Naziyan" bibîr xist û wiha got: Ev tawanbarkirina wekî Naziyan nayê qebûlkirin. Hikûmeta Tirkiye ji bo aloziyê derxe her tiştî dike. Bila her kes hedê xwe zanibe. Her dem ji tirkên li Hollanda re dibêjin welatiyên me. Ev ne rast e. Ew welatiyên Holanda ne. Derxistina dervê welat helwestek rast e.
Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê Fatma Betül Sayan Kaya wekî kesa nayê xwestin hat dersînorkirin. Ev helwestek rast bû. Wekî ku hikûmeta tirk îdîa dike ne rast e. Destnedayîna wezîr a dîplotakît tune ye. Piştî wezîr Kaya hat Holandayê polisan bi rê bû rêbazên cuda xwest îkna bike. Şaredarê Rotterdamê Ahmet Abutalip û polisan helwestek rast nîşan daye."

SEFARETA TIRK DEREW KIRIYE

Şaredarê Rotterdamê Ahmet Abutalîp jî got, "Serkonsolosxaneya Tirkiyê yê Rotterdamê hewl daye ku wî bixapîne û gotiye, ’wê wezîr neyê derew kirine’' û agahiyên şaş dane wan.