Hollanda: Daxwaza Tirkiyeyê dînîtî ye

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Hollandayê Mark Rûtter, diyar kir ku daxwaza hikûmeta Tirk a ji ber krîza mîtîngê ji Hollanda lêborînê bixwaze, helwestek dînîtî ye û got: "Ger ku Tirkiye sorkirinê berdewam bike em dê gavan di ber çavan re derbas bikin."

Serokwezîrê Hollandayê ji AFP'ê re axivî û helwesta Tirkiye ya li hemberî Holanda rexne kir. Serokwezîrê Hollandayê Mark Rûtter got: "Xwestina lêborînê, nabe. Divê ew ji ber kiryarên xwe lêborînê bixwazin."
Rûtte têkildarî vê daxwaza Tirkiyeyê wiha got: "Ev daxwaz nepêkan e û dînîtî ye. Gotinên Serokomar Erdogan ên ji bo Holanda got 'bermayiyên Nazî' sûc e. Ev sûcdarî nayê qebûlkirin. Mîna ku Şaredarê Rotterdamê jî destnîşan kir; ev bajar di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji aliyê Naziyan ve hat bombekirin." Têkildarî bangên alîgirên Erdogan ên di medya civakî de ji bo xwepêşandanan tê kirin, Rûtte got, "Bi berpirsyarî rabin. Hûn li vir in, hûn li Hollanda ne."

Rutte, anî ziman ku mijar ne lêborîne û wiha got: Ger ku daxuyaniyên Tirkiye yên sorkirinê bidomin, em dê gavên tên davêtin di ber çavan re derbas bikin. Divê Tirkiye ji ber pêkanînên xwe lêborînê ji me bixwazin. Divê welatiyên Holanda li hemberî van pêkanînan xwînsar tev bigerin." Rutte, bal kişand ser têkiliyên di navbera Tirkiye û YE'ê de û wiha bi dawî kir: "Em alîgirin ku xwînsar û aştiyane tev bigerin. Lê Tirkiye li dijî Hollanda gavên sorkirinê davêje. Ger ku gotinên Tirkiye yên Holanda sor dike berdewam bike, em dê gavên xwe di ber çavan re derbas bike."