NAVENDA NÛÇEYAN - Dewletên ku li ser axa Sûriyê şer dikin û dixwazin serdestiya xwe ava bikin Rûsya, Îran û Tirkiye dê beşdarî civîna 3'emîn a Astanayê bibin.
Wezîrê Karên Derve yê Kazakîstanê Kayrat Abdrahmanov, têkildarî civina 3'enin a Astanayê agahî da. Abdrahmanov, di parlementoyê de axivî û diyar kir ku hêdî hêdî heyetên ku hatine vexwendin bersivên xwe aşkere dikin. Abdrahmanov, anî ziman ku wan ji Rûsyayê erêya fermî wergirtiye dê nûnerên taybet yê Dewleta Rûsyayê û Nûnerê Taybet yê Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê beşdarî hevdîtinên Astanayê bibin û wiha got: "Dê alîkarên Wezaretên Karên Derve yên Tirkiye û Îranê jî beşdar bibin Em li benda bersiva aliyên dî yên ku hatine vexwendin in. Naverok û formata hevdîtinan dê ji aliyê sê dewletên Rûsya Îran û Tirkiye ve bê diyarkirin." Tê pilankirin ku hevdîtinên Astanayê di navbera rojên 14-15'ê Adarê de pêk bên.