Yekîtiya Ewropa Tirkiye hişyar kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Ewropayê (YE) bang li Tirkiye kir û Tirkiye hişyar kir. YE ji welatên endamên xwe jî xwest ku rageşî û sorkirinan dûr bikevin.


Yekîtiya Ewropa (YE) têkildarî geşedan û rageşiyên di navbera Tirkiye û Hollanda de pêş ket daxuyanî da. YE, ji Hollanda û welatên din ên endamên YE'yê xwest ku ji gotin û rageşiyên ku navbera wan û Tirkiye xerabtir bikin dûr bikevin û nayên lîstîkan. Nûnerê Bilind ê Polîtikayên Ewlehiyê û Karên Derve yê YE'yê Federica Mogherini û Endamê Pirpirsiyar ê Pêşxistina Komisyona YE'yê Johannes Hahn daxuyaniyek nivîskî weşan. Di daxuyaniyê de rageşiya di navbera Tirkiye û welatên Yekîtiya Ewropa de pêş dikevin bibîr xist û xwestin aram tev bigerin. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku welatên endamên YE'ê divê di mijara mîtîng û civînan de li gorî peyman û qanûnên navneteweyî û neteweyî de tev bigerin. Em dê têkiliya YE û Tirkiye ji bo berjewendiyên welatan berdewam bikin."