Ji berdevkê Merkel ji Erdogan re: Em ê nekevin pêşbirka provokasyonê

BERLÎN - Berdevkê Hikûmeta Alman Seibert xebatên Tirkiyeyê yên li Ewropayê ji bo referandumê dike wekî "provokasyon bi nav kir û got ku niyeta Merkel nîne ku tevlî pêşbirka provokasyonê bibe.

Berdevkê Hikûmeta Alman Setffen Seibert xebatên Tirkiyeyê yên li Ewropayê ji bo referandumê dike wekî "provokasyon bi nav kir û bersiv da gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ê ku Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bi alîkariya "terorê" sûcdar dike. Berdevkê hikûmetê Seibert diyar kir ku ev sûcdarkirin "bêsparte ne" û wiha axivî: "Serokwezîra Alnamyayê niyeta wê nîne ku beşdarî pêşbirka provokasyonê bibe, ew nakeve vî pêşbirkê."


Erdogan duh êvarê di kanalekî televîzyonekî ya bi nêzîkbûna xwe ya hikûmetê tê nasîn de rexneyên giran li Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel kiribû. Erdogan di bernameyê de gotina "Birêz Merkel tu piştgiriyê didî terorîstan. 4 hezar û 500 dosya di destê te de heye û tu hebasê vî nadî" bi kar anîbû.