ENQERE - Tora 3'yemîn a hevdîtinên Suriyeyê ya li paytextê Kazakîstanê Astanayê bi hevdîtina di navbera heyetên NY û Rûsyayê de destpê kir. Di hevdîtina yekemîn a navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê de encama danezana ku ji aliyê Tirkiye, Îran û Rûsyayê ve hatibû amadekirin hatibû qebûlkirin.
Hat diyarkirin ku 3'yemîn tora hevdîtinên Sûriyeyê ên li Astanayê ku bi pêşengiya Tirkiye, Îran û Sûriyeyê hatibûn destpêkirin bi hevdîtina heyeta Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rûsyayê de destpê kir. Hevdîtina ku muxalifên Sûriyeyê jî hatibûn dewetkirin hêjî aliyê kurd beşdar nekirine. Di hevdîtina 3'yemîn a ku îro pêk hat de Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Wezîriya Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev sokatiya hevdîtinan dike. Di heyetê de her wiha Serfermandar Stanislav Gacimagomedov, Serokê Başûrê Afrîkayê û Wezîrê Karê derve yê Rojhilta Navîn ê Rûsyayê Sergey Verşinin cih digirin. Ji heyeta NY'ê re jî Mislos Strugar serokatiyê dike.
Heyeta Rûsyayê ya di bin serokatiya Lavrentyev de, piştî hevdîtinên bi NY'ê re bi heyeta Urdunê re hat cem hev. Ha zanîn ku heteya Rûsyayê piştî van hevdîtinan, bi heyeta Sûriyeyê ya di bin serokatiya Beşar Caferî de hevdîtin pêk anî. Li aliyê din heyetên Îran, Tirkiye û Sûriyeyê jî ji bo beşdarî hevdîtinan bibin gihiştin Astanayê. Tora yekemîn a hevdîtinên Astanayê di 23-24'ê Çileyê tora duyemîn di 15-16'ê Sibatê de hatibûn pêkanîn.