Partiya Mark Rutte bi ser ket

NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartina Hollandayê li gorî encamên sindoqan Partiya Mark Rûtte bi ser ket.

Li Hollandayê li gorî encama sandoqan Partiya Demokrasî û Azadiya Gelan a Serokwezîr Mark Rutte, rexmê ku 10 kursî wendakiriye jî dîsa bû partiya yekem. Partiya Serokwezîr Rutte ya Pariya Gel a ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) di meclîsa ku 150 endamên wê hene bi 31 sandalyayê bû partiya yekem. Partiya dijberî îslam û koçberan Partiya Azadiyê ya Geert Wilders (PVV) jî hêjmara kursiyên xwe yên meclîsê ji 15 sindoqan derxist 19 sindoqan.
Hevkarê koalisyona partiya Rutte Partiya Karkeran (PvdA) jî herî zêde deng kêm kirin. Hêmrara sindoqan ji 38'an daxist 9'an. Di hilbijartinan de partiya Rastgir ya Geert Wîlders 4 kursiyê din jî dest xist, bi 19 parlementera ve bû partiya duyem. Partiya Karkeran gelek wenda kir. Di hilbijartinê 2001’an de Partiya Karkeran 38 kusî bi dest xistibû, lê di vê hilbijartinê de tenê 9 kursî dest xist.