NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê koalîsyona hêza dijberî DAIŞ'ê yê amerîkî mîralay John Dorrian, têkildarî operasyona rizgarkirina Reqqayê agahî da û diyar kir ku teqez QSD di operasyonê de cih digire û niha rola Tirkiyeyê dinirxînin.
Fermnadarê Amerîkî John Dorrian bi vîdyo konferansê beşdarî civîna çapemeniya Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) bû. Dorîan diyar kir ku di mijara tevlîbûna kurdan a Reqqayê de difikirin cih bidin wan û wiha got: "Em xebatên xwe bi Hêza Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Erebên Sûriyeyê re dimeşînin. Hêzên ku beşdarî operasyona Reqqayê dibin ji sedî 75 erebên Sûriyeyê ne. Ev rastiyeke demografik a herêmê ye û di nava van de kurd, xrîstiyan û yên din jî hene. Tirk jî dixwazin rolekê bilîzin, bi çend leşkeran dikarin tevlî bibin. Li ser rola Tirkiyeyê ku bilîze bi hefteyan heta bi mehan bi eşkere me got, ji bo têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞê li bakurê Sûriyeyê em ji rola Tirkiyeyê re vekirîne. Ev wê çi be? Dê çawa bimeşe? Hêj li ser vê lihevkirin çenebûye. Lê ji hela kanalên leşkerî û dîplomatîk em bi Tirkiyeyê re her roj dipeyîvin. Piştî dawiya van xebatan wê her tişt eşkere bibe."