NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Kubayê Fîdel Castro di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Catro di axaftina xwe ya dawî de wiha gotibû: "Di demeke nêz de ez ê bikevim 90 saliya xwe. Di demeke nêz de ez ê wekî rêberên din biçim. Bêguman dê dema me hemûyan bê. Mê îdealên komunistên Kubayê, baweriyên wan dê ji bo vî cihanê, ji bo hemû mirovahiyê sûda xwe bidomîne."
Rêberê Şoreşa Kubayê ya beriya 55 salan pêk hat Fîdel Castro di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Serokdewletê Kubayê û birayê Castro, Raul Castro agahiya mirina Castro di televîzyona navendî ya Kubayê de da. Castro yê ku piştî çend salan, di nîsana borî de Costro di Kongrya Partiya Komunist de axivî û got ku ew ê di demeke nêz de bimire û xwestibû partiyî bila xwedî îdealên ku pê bawer in derkevin. Castro wiha gotibû: ""Di demeke nêz de ez ê bikevim 90 saliya xwe. Di demeke nêz de ez ê wekî rêberên din biçim. Bêguman dê dema me hemûyan bê. Mê îdealên komunistên Kubayê, baweriyên wan dê ji bo vî cihanê, ji bo hemû mirovahiyê sûda xwe bidomîne. Ji bo van îdealan divê em şerê xwe bidomînin."
WINDAHIYA GELÊN CIHANÊ: CASTRO
Castro wekî zarokê malbatekî ji Îspanyayê koçber bûye di 13'ê tebaxa 1926'an de ji dayik bû û li bajarê Mayarî ya Kubayê mezin bû. Di dema şerê serxwebûna Kubayê de wekî leşker bavê wî hatiye Îspanyayê û piştre jî li vir jiyana xwe berdewam kiribû.
Castro li dibistanên katolîk û lîseya Cîzvît a li Havanayê li Dibistana Îlahiyatê ya Belenê perwerde bû. Di 1945'an de kete Zanîngeha Havanayê û di 1950'an de bû bijîşk. Olekî ku ew pêbawer be tunebû!
BI SERHILDANÊN BAJAR DEST PÊ KIR
Dema ku xwendekar bû di 1947'an de li Komara Domînîkê tevlî tevgera şoreşgerî ya li dijî cuntaya leşkerî ya Rafael Trujillo hat kirin lê bi serneket û di 1948'an de jî tevlî serhildanên Bogotayê bû. Di 1947'an de kete Partiya Komunist a Kubayê. Di navbera 1950/52'yan de parêzerî kir ji bo hilbijartinên Meclîsa Nûneran ji Partiya Gel a Kubayê bû namzet. Lê di 10'ê Adara 1952'yan de General Fulgencio Batista yê ku hikûmeta Carlos Prio Socarrasê di îxtidarê de xist hilbijartin betal kir.
JI BO HILWEŞANDINA DÎKTATORIYÊ DERKET RÊ
Castro ji bo ku di 1953'yan de dîktatoriya Batîstayê hilweşîne komek ava kir, di 26'ê tîrmehê de li dijî qişleya Moncada ya li Santîgaoyê bi 165 hevalên xwe ve çalakiyek pêk anî; lê bi ser neket û hate girtin. Di 16'ê cotmeha 1953'yan de li dadgehê parastina xwe ya navdar a ku bi gotina "Birêz dadgen min mehkûm bikin! Dîrok dê min mafdar derxîne" bi dawî bû kir. Dİ encama dadgehê de 16 sal ceza girt. Piştî ku li girava Juventud meh girtî ma bi fermana Batîsta hate efûkirin.
BI TÎRMEHÊ VE VEGERIYA
Di 1995'an de ji Kubayê veqetiya û derbasî Amerîkayê bû û bi navê Tevgera 26'ê Tîrmehê ava kir. Endamên rêxistinê yên perwerdehiya şerê gerîla dîtine bi rêveberiya Alberto Bayo yên ku tevlî Şerê Navxweyî ya ÎSpanyayê bûne di 2'yê kanûna 1956'an de bi keştiya Granmayê vegeriya Kubayê. Catro li vir di pevçûnên derket de gelek hevalên xwe winda kir. Bi 12 hevalên xwe yên ku di nav de birayê wî Raul Castro û Che Guevara jî heye çûn çiyayê Maestrayê. Lİ van çiyan 2 salan li dijî hêzên Batîsya şerê gerîla dan. Batîsta yê ku her çû piştgiriya xwe ya siyasî winda kir û di warê leşkerî de jî têk çû di 31'ê kanûna 1958'an de revî Komara Domînîkê. Castro di 1959'an de kete Havanayê. Bijîşkê hiqûqnas Manuel Urrutia Leo bû serodewlet û Catro jî bû serokwezîr.
BI REFORMA AXÊ DEST PÊ KIR
Hikûmeta Castro ewil buha û kirê kêm kir. Piştre jî reforma axê da destpêkirin. Bedelên axên ku 40 hektarî zêde ye ji bo ku di 20 salan de bê dayîn hate îstimlaqkirin û wekî çewlîkên geh hatin bikaranîn. Partiya Sosyalîst a Gel a Kubayê (PSP) a ku berê li dijî Castro derdiket lê ber bi 1959'an de piştgirî da tevgera gerîla, têkîliyên xwe yên bi Castro ve xurt kir û hat astekî bi bandor. Urrutia ji ber vê yekê kete fikaran û ji Castro xwest reforma axê bê taloqkrin, li ser vê yekê Castro îstifa kir; lê ji ber nerazîbûnên gel Urrutia mecbûr ma ji kar xwe vekişîne. Li şûna wî Osvaldo Doticos hat diyarkirin û Castro dîsa bû serokwezîr.
AMBARGOYA DYA DESTPÊ DIKE
Bi zextên şîrtekên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yên ku axa wan zirar ditiye hikûmeta DYA'yê li dijî Kubayê ambargo da despêkirin. Kuba ku aboriya wê piranî li ser şekirê ye, ji berê ve ji şekerê difiroşe DYA'yê firot SSCB'ê. Piştî rafîneyên di destê şîrketên DYA'yê de, li pêşberî şekerê, hilberîna Petrola saf a ji SSCB'yê redkirin Castro ev rafîne kirin ên dewletê. Ev pêşketin têkiliyên di navbera DYA û Kubayê de xiraptir kir. Kubaliyên ku piştî şoreşê reviyan DYA'yê û rêveberiya John F. Kenndy alîkariya aborî û çekan dida wan, di Nîsana 1961'an de bi Kendava Derxistina Berazan bi serneket. Castro, bi daxuyaniya ku bi hewayê hat dayîn de ji cîhanê re diyar kir ku dê Kuba cara yekem polîtîkayên sosyalîst bide meşandin. Di sala 1962'an de piştî SSCB'3e fuze li Kubayê bicih kirin û John F. Kenndy ji aliyê deryayê ve Kuba dorpêç kir kêm mabû li cîhanê şerê nukleeran derbiketiya. Piştî DYA'yê soz da ku ji bo têkbirina hikûmeta Kubayê de hewldanekê neke, bi daxwaza ku SSCB fuzeyên Amerîkî yên li Tirkiyeyê rabike û ji Kubayê vekişîne şerê dihat gotin dê pêk bê ji holê rabû. Ligel vê Rêxistina Îstîhbarata Navendî (CIA) planên xwe yên suîqastê yên li dijî Castro domandin.
POLÎTÎKAÇIYEKÎ SOSYALÎST
Castro yê got ku Kruşçev di dema krîza Kubayê de tawîz dane, di sala 1968'an de polîtîkayek sosyalîst da meşandin. Piştgirî da şoreşên li Başû û Amerîkaya Navîn û Afrîkayê. Di heman serdemê de bû serokê Tevgera Bêtêkiliyan. Piştî sala 1968'an têkiliyên wan bi SSCB'ê re baş bûn pêvajoya nêzîkbûna aborî û leşkerî destpê kir û li dijî SSCB'ê polîtîkayek derve hat şopandin. Di sala 1975'an de, di dema şerê navxweyî yê li Angola de ji bo piştgiriyê bidin Eniya Rizgariya Gelê Angola (MPLA) Kubayê leşker şandin. Leşerên Kubayê yên ku şandibûn Etiyopya û cihên din jî çûn angolayê. Di sala 1980'an he hêjmara leşkerên Kubayê yên derve gihişt 40 hezaran.
NIVÎSANDIN Û XWEDIN JI SEDÎ 90 ZÊDETIRE
Castro ku sekreteriya giştî ya Partiya Gel a Sosyalîst ku sala 1961'an si encama hevgirtinekê de Partiya Şoreşgerên Sosyalîstên Hevgirtî derket girt ser xwe, di nava welat de dest bi polîtîkayên pir alî kir. Di encama seferberiya xwedin û nivîsandinê de rêjeya xwendin û nivîsandinê ji sedî 90 zêdetir bû. Dibistanên nû hatibûn vekirin û ji bo perwerdehiyê derfet hatibûn dayîn. Dahatuya zengînan a bikaranîna di xizmetên tendirûstiyê de guhertinên bingehîn bi xwe re anîn. Rêjeya bêkarî kêm bû û hat ragihandin ku pêwîste her kes bixebite. Li dijî vana hemûyan aboriya Kubayê ku xwe dispêre şekirê, ji bo veguhertinê xebat hatin meşandin û di navîna salên 1970'an de gelek pirsgirêk hatin jiyîn. Ji ber wê alîkariya aborî ya SSCB'ê gelek girîng bû. Her wiha endamek din a bandora SSBC'ê ya li ser Kubayê ewe ku pêşî li çalakiyên Ernesto Che Guavera yên ku dê zirar bidaya têkiliyên navneteweyî yên SSCB'ê hatibû girtin. Che ku ji zextên SSCB'ê bêzar bibû, mana li Kubayê bê wate dît û ji bo bikeve nava hewldanên çalakiyên navneteweyî derket, ev pêvajo bi kuştina wî ya li Bolîvyayê bi dawî dibe.
Li Kubayê piştî sala 1959'an cara yeke hilbijartin hatin kirin û Castro serokatiya Lîjneya Wezîran û Konseya Dewletê ya sala 1976'an ku di hundirê wê de guhertinên nû hat kirin girt ser xwe, pişta xwe da burokarsiyek navendî û bihêz û rolê xwe yê di rêvebirina jiyana aborî û civakî berdewam kir. Havalên xwe yên têkoşînê li dezgehên partî û dewletê bicih kirin. Birayê wî Raul Castro ku berpirsê hêzên leşkeriye, her ku diçe dibe zilamên duyemîn.
PIRSGIRÊKÊN TENDIRÛSTIYÊ ZÊDE DIBIN
Li şûna Fîdel Castro ji ber di 31'ê Tîrmeha 2006'an de pirsgriêkên tendirûstiyê jiyan, birayê wî Raul Castro li cihê wî hat bicihkirin. Di 19'ê Sibata 2009'an de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew dest ji peywira xwe ya Serokatiya Konseya Dewletê ku ji sala 1976'an ve li Kubayê dike ber dide. Piştî ji peywirê dûrket bi makalyekên fikrên Yoldaş Fîsel bûyerên girîng ên di rojevê de nirxandibû.
CASTRO
Fidel Alejandro Castro Ruz (13'ê Tebaxa 1926 - 25'ê Mijdara 2016), şoreşgerê Marksîst-Lenînîst ê Kubayê, û serokê Şoreşa Kubayê. Piştî şoreşê di navabera salên 1959-76'an de serokatiya Kubayê, di navabera salên, 1976-2008'an de serokatiya dewleta Kubayê kir. Di navbera salên 1961 û 2011'an de peywira Sekreteriya Yekem a Partiya Komunîstên Kubayê kir. Di qada navneteweyî de jî di navbera salên 1979-1983 û 2006-2008'an Sekreteriya Girtî ya Tevgera Bêtêkiliyan kir.
ÎDEALÊN ŞOREŞÊ DÊ HER ZINDÎ BE
Serokê şoreşa Kubayê Fidel Castro beriya ku jiyana xwe ji dest bide di axaftineke xwe de anîbû ziman ku dibe ku di demeke nêzîk de bimire lê îdealên şoreşê dê her tim zindî bimîne. Di kongreyê de Raul Casto bû serokê partiyê ku birayê wî yê mezin Fidel Castro gotarek pêşkêş kir. Fidel Castro di civîna dawîn de ji 1300 endamên partiyê re axifî û got, “Di demeke kurt de ezê bibim 90 salî. Ezê wekî hemû kesan ji vê cîhanê kç bikim. Dibe ku axaftina min a dawîn be.” Herwiha Serokê şoreşê got, “Dibe axaftina min a dawîn be lê baweriya komunîstên Kubayê, eger bi şêwekî rûmet û çalak bixebitin dê her tim bimîne.”
Raul Castro pêşniyar kir ku bila endamên pilebilind ên partiye di demenên 70'yî malnişîn bibin. Lê ew 5 salên pêş dê wekî pêvajoyek veguhêz bibe ji ber wê jî ew yasa di demeke kurt de nayê bicihkirin. Endamên pilebilind ên di serokatiya Kubayê de hemû îxtiyar in. Herwiha alîkarê Castro, Jose Ramon 85 salî ye.
XEYALA WÎ HETA 2018'AN SEROKÊ KUBAYÊ BE
Serokê Kûbayê Raul Castro, piştî ji nûve hat hilbijartin, got ew plan dike piştî gera xwe ya duwem li sala 2018’ê ji dest ji serokatîyê berde. Castro di 81 saliya xwe de wiha gotibû: "Piştî ku Civata Niştimanî ya Kûbayê ew ji bo 5 salên din hilbijart. Civatê her wiha birêz Miguel Diaz Canel Bermudez, yê 52-salî, wekî cîgirê yekê yê birêz Castro destnîşan kir. Serok Castro yê ku cihê birayê xwe yê nexweş Fidel Castro girt li sala 2008’ê , berê jî banga sînorkirina dema serokatîyê bo du gerên pênc sal jibo rêberên Partîya Komunîst û hikûmetê kiribû.
Li gera xwe ya yekê wekî serok, birêz Castro hinek reformên sînorkirî wekî rahiştina astengîyan ji ser sefer û milkê şexsî pêk anîbû. Serokê efsanewî yê şoreşa Kubayê Fîdel Castro ji sala 2006’an vir ve ji ber sedemên tendurustiyê desthiladariya welat dewrê birayê xwe Raul Castro kiriye. Her çend niha ji xebatên siyasî dûr jî lê hêjta jî karigeriya wê ya li ser rayagiştî û civaka Kubayê berdewame. Fîdel Castro li Kubayê destpêkê bû serok wezîr, piştî hingî jî bû serok dewlet. Li Kubayê bi roxmê hemû êrîş û gemaroyan jî sîstemek sosyalîstî ava kir. Castro 47 salan serokatiya welatê xwe kir. Heta vê temenê xwe li dijî Castro 638 caran hewldanên kuştinê pêk hatin lê ser nekeftin.