Almanya firotina çekan a Tirkiyeyê red kir: Dibe ku çek li dijî gel bikarbînin

NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta Almayayê, firotina çekan a Tirkiyeyê red kir. Almanyayê hinceta 'dibe ku çekan li dijî gel bikarbînin' nîşan da û got ku beriya niha jî li Tirkiyeyê gelek sivîl bi çekên û tangên Almanyayê jiyana xwe ji dest dan.

Hikûmeta Almanyayê ku di demên dawî de bi AK Partiyê re pirsgirêkên cidî dijî, derket holê ku ji destpêka sala 2016’an ve 11 caran firotina çekan a ji Tirkiyeyê re redkiriye. Di pêşmûneye ku ji aliyê Parlamenterê Partiya Çep Jan Van Aken ku daye Wezareta Aboriyê ya Almanyayê de cih da van agahiyan. Li gorî agahiyên di bersiva ji aliyê Wezareta Aboriyê ve hat dayîn de, serlêdanên Tikiryeyê yên ji bo çekên xefîf, cepxane û amûrên din ên çekan hatine redkirin.

FIKARA ‘DIBE ÇEKAN LI DIJÎ GEL BIKAR BÎNIN’

Di bersiva ji aliyê musteşarê Wezareta Aboriyê Matthias Machining ve hatiye dayîn de wiha hat gotin: “Rewşa mafê mirovan a li Tirkiyeyê di biryara ji bo firotina çakan neyê kirin de rolek mezin lîstiye. Hikûmeta Almayayê fikara dê çekan ji bo pirsgirêka kurd û rageşiyên din ên welat biçwesîne bikarbîne dijî.”

Hikûmeta Almanyayê her tim destûr dide ku çek ji welatên endamên NATO û YE’yê ne re bên dayîn. Firotin kêm caran ji ber rewş û hicetên siyasî paşde dizivirîne. Ji ber wê sînordarkirina firotina çakan a ji Tirkiyeya ku endamê NATO’yê ye re rewşeke ku kêm caran tê jiyîne. Parlamenterê Partiya Çep van Aken ku biryara Hikûmeta Almanyayê bi keyfxweşî pêşqwazî kir wiha got: “Divê pêngava piştî vê ew be ku Almanya carekdin çekan ne firoşe Tirkiyeyê. Hikûmeta Tirk welatê xwe û Sûriyeyê ber bi şer ve dibe û her ku diçe ber bi dîktatoriyê ve diçe.”


Di nava artêşa Tirk de gelek çek, balefirên kargo yên leşkeri û wesayîtên zirxî ku yên Almanyayê hene. Bi taybet çekên HK 33, HK G3A7, MP5, HK 416, MSG 90, MG3, AG6 hema bêje li gel hemû leşker û polîsanin.

Li Tirkiyeyê leşker, polîs û cerdevanên ku van çekan bikartînin di kuştina gelek sivîlan de rol lîstibûn.