ENQERE - Parlamentere Partiya Çep a Almanyayê Shara Wagenknecht bertek nîşanî gotinên Serokomar Tayîp Erdogan ên li dijî Ewropayê da û wiha got: “Terorîstek van gotinan dibêje.”
Seroka Meclîsa Koma Partiya Çep (Die Linke) a Almanyayê Shara Wagenknecht di çalakiyek a li Meclîsa Federal a Almanyayê hat li darxistin de axivî. Wagenknecht, derbarê gotinên Serokomar Tayîp Erdogan ên “Ger wiha bi dome dê Ewropî bi ewle û hizûr dernekevin derve” de wiha got: “Terorîstek vê dibêje. Tiştek din tune ye.” Wagenknecht, ji Erdogan re gotina “serokê terorîstan” bikar anî.
‘SIYASETA TIRKIYEYÊ YA DERVE WEKÎ POLÎTÎKAYÊN NAZÎ ALMANYAYÊ YE’
Wagenknecht, sucdariyên Erdogan ên ji Almanya û welatên din ên Ewropayê ku bi Nazîzmê sucdarkiribû rexne kir û wiha got: “Siyaseta derve ya Tirkiyeyê wekî polîtîkayên Naziya Almanyayê ye. Erdogan li derveyî welat “avakirina kêmatiyê” dike, li ser kêmaniya ku avakiriye şîdet jeopolitik polîtîkaya şantajê dixwaze biparêze. Gotinên Erdogan bi vekirî banga terorîstiyê ye.”
‘GER MERKEL BIÇE TIRKIYEYÊ DÊ BIBE ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ’
Wagenknecht, anî ziman ku ligel polîtîkayên zext û qetlîman Serokwezîra Almayayê Angel Merkel piştgiriyê dide Erdogan. Wagenknecht, bi bîrxist ku Merkel di meha Sibatê de çûye Tirkiyeyê û wiha got: “Ger hûn çûna Tirkiyeyê bidomînin hûnê bibin şirîkê vî sûcî.”