NAVENDA NÛÇEYAN- Di pêşhilbijartinên ji bo hilbijartinên serokomariyê ya Fransayê di hilbijartinên ku rastgirên navendî namzetên xwe diyar bikin de François Fillon bi ser ket.
Li Fransayê ji bo hilbijartinên serokomariyê ya meha gulanê Parktiya Komarparêstan a rastgir e ji bo namzetê xwe diyar bike wekî Amerîkayê pêşhilbijartin pêk anî. Di tura yekemîn a hilbijartinê de piştî ku ku serokomarê berê Nicolas Sarkozy têk çûbû duh pêşhilbijartina duyemîn pêk hat. Serokwezîrên berê Francois Fillon û Alain Juppe wekî namzet beşdarb ûn û bi milyonan welatiyên Fransayê deng bi kar anîn. Li gorî encaman Francois Fillon ji sedî 69.5 deng wergirt û bû namzet. Juppe jî ji sedî 30.5 deng girt.