NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî êrîşa Amerîkayê ya li dijî Sûriyeyê Serokdewletê Rûsyayê Putîn di daxuyaniya yekem de û got ku êrîşê zirareke cidî daye têkîliyên di navbera Rûsya û Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê.
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn piştî êrîşa Amerîkayê ya li dijî balafirgeha leşkerî ya Al-Shayratê ya nêzî Humsê daxuyaniya yekem da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşa li dijî balafirgehê li ser esasê "hincetên bêbinî" pêk hatiye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşê "zirareke cidî daye têkîliyên di navbera DYA û Rûsyayê".
Kremlînê daxuyand ku Putîn têkîldarî mijarê nirxandina "Balê ji kuştina sivîlên li Iraqê veguhirînin devarên din çêbûye" kiriye.