STOCKHOLM - Li paytexta Stockholmê, kamyoneteke xwe bera nav qelbelaxiyê da. Li gor agahiyên AFP'ê, mirî û birîndar hene.
Li gor agahiyên ewil ên çapemeniya Swêdê, 3 kesan jiyana xwe ji dest da.
Gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin û her wiha li cihê bûyerê bi awayekî zêde tevdîr girtin. Li Stockholmê ji ber ewlehiyê hemû îstasyonên metroyê ji çûnhatinê re hetin girtin.
Fîrmaya bîrayê Spendrups, daxuyand ku wesayîta di êrîşê de hatiye bikaranîn aîdî wan e, lê belê berê wan daxuyandibû ku wesayîta wan hatiye dizîn.
Têkildarî bûyerê, bi awayekî fermî ewil Serowezîrê Swêdê Stefan Lofven daxuyanî da. Lofven, daxuyand ku hemû agahiyên di dest wan de nîşan didin ku ev bûyereke terorî ye. Her wiha Serowezîr Lofven, dest nîşan kir ku têkildarî bûyerê kesek hatiye binçavkirin.