Li Misrê teqîn: 21 kes mirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Misrê li dijî dêrekî êrîşeke bombeyî pêk hat. Li gorî agahiyên yekem 21 kesan jiyana xwe ji dest dan, 59 kes jî birîndar bûn.

Li Misrê bajarê Tantayê li dijî Dêra Azîz George êrîşeke bombeyî pêk hat. Li gorî agahiyên yekem 21 kesan jiyana xwe ji dest dan, 59 kes jî birîndar bûne. Piştî êrîşê gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Hat diyarkirin ku îro li wê dêrê gelê mesîhî hatina Hz. Îsa ya li Qûdisê dihat pîrozkirin. Heta niha nayê zanîn ku êrîş ji hêla kî ve pêk hatiye. Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên DAIŞ'ê li Misrê li herêma Sînayê heye.

DI KANÛNA BORÎ DE 25 KES JIYANA XWE JI DEST DABÛN

Hêjayî gotinê ye kanûna 2016'an jî li Qehîrê dijî dêrek mesihiyên Kiptî êrîşek pêk hatibû. Di encama wê êrîşê de 25 kesan jiyana xwe dest dabûn û 49 kes jî birîndar bûbûn. DAIŞ'ê êrîş girtibû ser xwe.