Pêşnûmeya Idlibê pêşkêşî Konseya NY'ê kirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Dewletên Yekîbûyî yên Amarîkayê (DYA), Îngîlîstan û Firansayê, têkildarî êrîşa li bajarê Idlibê ya Sûriyê ya bi çekên kimyewî pêk hat û nêzî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan, pêşnûmeyek pêşkêşî Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî kirin.

DYA, Îngiltere û Fransa ji bo ku êrîşa li ser Idlibê ya bi çekên kimyewî pêk hatiye bê lêpirsîn û bê şermezarkirin pêşmûne careke din pêşkêşî Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekgirtî kir. Nûnerê Daimî yê Îngiltereyê li Neteweyên Yekgirtî Matthew Rycroft li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku Mîrnişîna Yekbûyî, DYA û Fransayê pêşnûmeya ku êrîşa Idlibê şermezar dikin û daxwaza lêpirsînê dikin ‘nû kirine’ û li endaman belav kirine. Di êrîşa li Idlibê de bi piranî zarok herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.