Bota penaberan noqî avê bû: 97 penaber winda ne

NAVENDA NÛÇEYAN- Li nêzî peravên Lîbyayê boteke penaberan noqî behrê bû. Hat diyarkirin ku, ji 97 penaberan xeber nayê stendin.

Li nêzî lîmana bajarê Trablûsê yê Lîbyayê bota ku nêzî 120 penaber tê de bûn, noqî behrê bû. Ewlekariya Peravê ya Lîbyayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, ji penaberên di botê de bûne 26 jê hatine xelaskirin, lê hîn jî 97 penaber winda ne. Li gor daxuyaniya ji ewlekariya peravê Eyub Qasim, xebatên lêgerîna ji bo 97 penabarên winda didomin.