Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê: Li Helebê rewş guherî

NAVENDA NÛÇEYAN- Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov artêşa Sûriyeyê li Helebê gelek taxên ku bi salan e di destê muxalîfan de ye paşve girt û bi vî rengî di 24 saetên dawî de rewşa li Helebê bi awayek^icidî guherî.

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir ku artêşa Sûriyeyê li rojhilatê Helebê rewş bi awayekî cidî guherandiye. Li gorê Konaşenkov taxên rojhilatê Helebê yên ku bi salan e di destên muxalîfan de ye paş ve hatine girtin û wiha axivî: "Bi amadekariya baş a artêşa Sûreyeyê ve di nava 24 saetên dawî de rewş bi awayek^icidî guherî. Nîvê taxên li rojhilatê Helebê ku bi salan e di destê muxalîfan de ne paş ve hatin girtin." Li gorî agahiyên ku berdevk da bi deh hezaran zarok jî di nav de 80 hezar kes hatin rizgarkirin.