NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî ku encamên ne fermî yên referandum a ku YSK'ê anî rewşekî bi guman hin serokên welatan li Serokomar Erdogan geriyan û pîroz kirin lê balkêş e ku ji tu welatên Ewropayê pîrozbahî nehat.
Najansa Nûçeyan a Anadolu (AA) di nûçeya xwe ya li gorî çavkaniyên serokomariyê de got ku gelek welatên cihanê Serokomar Tayyîp Erdogan pîroz kirine. Lê di nava peyamên pîrozbahiyê de heta niha balkêş e ku welatên Ewropayê û Amerîka tuneye.
Piştî ku encamên ne fermî hatin aşkerakirin ewil Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev bi telefonê Erdogan pîroz kir.
Emîrê Qatarê Al Sani, Serokdewletê Filistinê Abbas, Qralê Bahreynê Al Halîfe, Serokdewletê Gîneyê Conde, Rêberê Tevgera Nahda ya Tunusê Gannuşî, Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Meşal, Alîkarê Serokomarê Iraqê Usame en-Nuceyfi, Serokomarê Cîbutiyê Îsmaîl Omer Guelleh, Serokomarê Tunusu yê berê û Serokê Tevgera Îrade ya Tunusê Muhammed Munsîf Merzukî, Rêxistina Birayên Misilman a Misrê (Îhvan) û Rêxistina Rizgariya Filistinê piştî ku guhertina qanûna bingehîn bi referandumê derbas bû Erdogan pîroz kirin.