NAVENDA NÛÇEYAN- Yekîtiya Ewropayê têkîldarî encamên referanduma ku guhertina qanûna bingehîn a "yek zilam" erê kir îdiayên bêusuliyê derketin holê daxuyand ku ew ê li benda nirxandinên çavdêrên RHEE'yê bin.
Yekîtiya Ewropayê (YE) têkîldarî encamên referanduma ku guhertina qanûna bingehîn a "yek zilam" erê kir îdiayên bêusuliyê derketin holê daxuyand ku ew ê li benda nirxandinên çavdêrên Rêxistina Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê (RHEE) bin.
Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claude Juncker, Nûnera Bilind ê Ewlehiyê û Polîtîkaya Derve ya Yetîkiya Ewropayê Federica Mogherini û Nûnerê Berpirsyar ê Berfirehbûnê ya Yekîtiya Ewropayê Johannes Hahn di daxuyaniya hevpar a ku şeva yekşemê kirin de wiha gotin: " Metnên guhertina qanûna bingehîn û bi taybetî pêkanînên di pratîkê de, berpirsyariyên Tirkiyeyê wekî namzetekî endama Yekîtiya Ewropayê û endamtiya wî ya Konseya Ewropayê bê nêrîn û bê nirxandin."
Di nûçeya ku Deutsche Welleyê derbas kir de Juncker, Mogherini û Hahn di daxuyaniya hevpar de wiha gotin: "Li Tirkiyeyê guhertina qanûna bingehîn a ku di 21'ê çileyê de ji meclîsê derbas bû û encama ku di referandumê de derket holê me qeyd kir. Têkildarî bêusuliyên ku tên kirin em li benda nirxandina Saziyên Demokratîk û Buroya Mafên Mirovon a Mîsyona Navneteweyî ya RHEE'yê ne. Li Tirkiyeyê OHAL jî di nav de, têkîldarî fikarên Konseya Ewropayê û pêşniyarên wî de teşwîqî dayîna daxuyaniyê dikin."
Di daxuyaniya hevpar de bal kişandin li ser radeya dengên "Na" û "Erê" yên gelek nêzîkî hev in û banga pêkanîna mutabaqata neteweyî hate kirin.
Li aliyê din Amerîkayê jî daxuyandibû ku ew ê ji bo nirxandinê li benda aşkerakirina rapora RHEE'yê ne.