BOGOTA - Hikûmeta Kolombiya û FARC’ê peymana aştiyê îmze kir.
Senatoya Kolombiya, peymana aştiyê ya di navbera kihûmeta Kolombiya û Hêzên Çekdar ên Şoreşger (FARC) de ji nûve îmze kir. Serokê Senatoya Kolombiya Mauricio Lizcano piştî îmzekirinê got “Bijî Kolombiya, bijî aştî”. Serokdewletê Kolombiya Juan Manuel Santos ji bo peymana aştiyê ji Senatoyê re spasiyên xwe anîn ziman.
Piştî şerê 50 salan di meha îlonê de peymana yekem hatibû îmzekirin. Lê ev peyman di referandemûnê de hatibû redkirin. Pişt re di 24’ê Mijdarê de li paytext Bogota peyman ji nûve hatibû amadekirin. Têkildarî peymanê Juan Manuel Santos, diyar kir ku di muzakereyan de pêşniyarên muxalefetê li ber çavan girtine.