NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora SIPRI ya lêçûnên çekan a sala 2016’an li cîhanê butçeya ji bo çekan tê veqetandin zêde dibe.
Enstîtuya Lêkolîna Aştiya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) rapora xwe ya derbarê butçeya ji bo çekan tê veqetandin de aşkera kir. Li gorî SIPRI di sala 2016’an de li tevahiya cîhanê butçeya ji çekan re hatiye veqetandin trîlyonek û 686 milyar dolare. Ev hêjmara li gorî sala 2015’an ji sedî 0.4 zêdetire. Bi taybet DYE, Çîn û Rûsya yên ji aliyê leşkeri ve xurtin lêçûnên wan ên ji bo çekan zêde bûne. Welatên wekî Erebîstana Siudî û yên din jî lêçûnên xwe yên ji bo biçekbûnê kêm kirine, ev jî ji sedemên siyasî zêdetir ji ber kêmbûna nirxê petrole û sedemên aborî pêk hatiye. Li gorî daneyên SIPRI, lêçûnên ji bo çekan piştî sala 2011’an cara yekeme zêde dibe.
Zanyarê siyasî yê Navenda Bêçebûna Navneteweyî yê li Bonnê Marius Bales, diyar kir ku ev demek dirêje ew çavdêriya zêdebûna lêçûnên ji bo çekan dikin û wiha got: “Ji 10 salê berê cudatir niha kesek nirx nade saziyên navneteweyî û dîplomasî. Li şûna vê hinek welat bi çekbûnê hewl didin ewlehiya xwe bikin.”
RAGEŞÎ ZÊDE DIBIN
Li gorî nûçeya Deutsche Welle Tirkî derbas kiriye, li gorî zanyarê siyasetê Bales, îxlalkrina Rûsyayê ya Kirimê, rageşiya li Başûrê Deryaya Çînê, şerên li Rojhilata Navîn tirsa dê pevçûn li her derî belav bibe mezintir kir. Li aliyê din baweriya bi sazî û enstîtuyên navneteweyî jî kêm kir. Gelek welat her ku diçe tene bawerî bi xwe tîne. Girîngiya artêşên neteweyî mezin dibe. Ev jî dibe sedema zêdebûna lêçûnên ji bo çekan. Ev rewş ji bo welatên di aliyê leşkerî de xurtin jî derbas dibe. Mînak DYE lêçûnên xwe yên ji bo çekan ji sedî 1,7 zêdekir kir 611 milyar, Rûsya ji sedî 5,99 kir 69,2, Çîn ji sedî 5,4 kir 215 milyar dolar.
HERÊMA KRÎZÊ ROJHILATA NAVÎN
Yek ji herêmên herî girîng ên krîzê Rojhilata Navîne. Şer û pevçûnên li Sûriyeyê zêdetir dibin. Ji ber vê lêçûnên aktören li herêmê yên çekan jî zêde dibe. Aborînas Nan Tiam ê ku rapora SIPRI amade kir wiha got: “Li gorî agahiyên me girtine, lêçûnên Rûsyayê yên li Sûriyeyê di sala 2016’an de 464 minyol dolare.” Li dijî vê lêçûnên leşkerî yên li Erebîstana Siudî kêm bûne.
Aborînas Nan Tian, da zanîn ku Erebîstana Siudî dahatuya xwe sedî 80 ji petrole digire û wiha pêde çû: “Ji ber nirxê petrole kêm bûye, rêveberiya Siudiyê mecbûr maye k udi her alî de lêçûnên xwe kêm bike.”
Bales, anî ziman ku rageşiya di navbera Erebîstana Siudî û Komara Îslamî ya Îranê bandorek mezin li ser vê yekê dike, herdu aliyan şensek nedane muzakereyan û rêveberiya leşkerî diparêzin û wiha got: “Rageşiyên bingehîn ên li herêmê jî dihêle ku lêçûnên leşkerî zêde bibin. Ji bilî Ummanê li hemû welatên ki Rojhilata navîn pevçûn didomin. Ligel ku nirxê pertolê kêm bûye û lêçûn kêmbûne jî rageşiyên li herêmê destûr nade guhertinên di aliyê biçekbûnê de.”
LI EWROPAYÊ TIRSA RÛSYAYÊ
Li Ewropayê jî lêçûnên çekan zêde bûne. Li gorî lêkolînên SIPRI di lêçûnên çekan ên li Ewropayê de ji sedî 2.6 zêde bûye. Serkêşiya vê jî welatên Ewropaya Navîn dikişîne. Yek ji nivîskarên rapora SIPRI Siemon Wezemann, bi lêv kir ku ev zêdebûna li welatên Eropaya navîn ji ber Rûsyayê wekî gefekê dibinin tê jiyîn û wiha domand: “Lêçûnên Rûsyayê yên leşkerî yên sala 2016’an beramberî ji sedî 27 welatê NATO’yê ne.”
Zanyarê Siyasetê Marius Bales diyar kir ku ew bi gomanin ku dê lêçûnên ji bo parastinê tên kirin îstîkrarekê ava bike.