'Moskova têkildarî êrîşên Tirkiyebi fikar e'

ENQERE - Rûsyayê li hemberî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Rojavayê bertek nîşan da û wiha got: "Di şerê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê de, ji hêzên leşkerî yên li dijî DAIŞ'ê şer dikin, hêza herî bibandor hêza kurd e."

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova, di civîna xwe ya heftane de li hemberî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Rojavayê bertek nîşan da. Zaharova wiha got: "Moskowa, ji ber êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî hêzên kurd bi endîşe ye."

Zaharova wiha nirxand: "Me nûçeyên der barê çalakiyên Enqereyê de, bi endîşeye dîtin. Dixwazim bi bîr bixim ku, di şerê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê deyê li dijî terorîstan, DAIŞ'ê de hêza herî bibandor hêzên kurd in." Zaharova bi gotinên "Em bawer dikin ku heke DYA'yê huqûqa navnetewî bin pê nekirina û li binkeya Şayratê nedane, dê Tirkiye jî van êrîşan pêk neaniyan. Divê dawî li van çalakiyên kêfî yên li dijî xakên Sûriyeyê bê" balê kişand ser hevkêşeya êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Rojavayê û êrîşa DYA'yê ya li dijî binkeya Şayratê.

DIVÊ HER KES RÊZÊ NÎŞANÎ SERWERIYA SÛRIYEYÊ BIDE

Zaharova, diyar kir ku ew êrîşa Îsraîlê ya li dijî binkeyeke leşkerî ya li nêzî Balafirgeha Şamê ye şermezar dikin û wiha axivî: "Moskowa, çalakiyên êrîşkarî yên li dijî Sûriyeyê şermezar dike, van çalakiyan qebûl nake û vana li dijî normên huqûqa navnetewî dibîne." Herî dawî Zaharova wiha got: "Em her kesî vedixwînin rêzgirtina ji bo yekparebûna xak û serweriya Sûriyeya ku endamê NY'yê ye."