Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê li ser mijara Tirkiyeyê kom bûn

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê piştî encamên referandumê ji bo pêşeroj û muzakereyên Tirkiye û Ewropayê li hev kom bûn.

Li gorî nûçeya Deutsche Welleyê, Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê bi Serokatiya Wezîrê Derve yê Maltayê li Valettayê civiyan. Di rojeva wezîran de muzakereyên Tirkiye û Ewropayê hene. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu jî tevlî civînê dibe û piştî encamên referanduma Tirkiyeyê ya guherîna Destûra Bingehîn ev yekemîn kombûn e ku berpirsên ewropî dicivin. Tê pêşbînîkirin ku wezîrên ewropî di civînê de ji bo Tirkiyeyê biryarên girîng wergirin. Di civînê de dê li ser mijarên sereke yên wekî encama referandum, piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê rewşa Tirkiyeyê û Rewşa Awarte dê bê niqaşkirin.