NY Tirkiye hişyar kir: Di bin navê ‘Ewlehiya neteweyî’ de maf nayên binpêkirin

CENEVRE - Komîserê Mafê Mirovan ê NY Zeîd Al Husseîn, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê û wiha got: “Di bin navê ‘ewlehiya neteweyî’ de gelek mafan ên cidî tên binpêkirin. Ev nayên qebûlkirin.” Al Husseîn, îxracên bi KHK’an rexne kir û hevpeymana navneteweyî bi bîrxist.

Komîserê Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeîd Raad El Husseîn li avahiya çapemeniyê ya NY’ê civînek çapemeniyê li darxist. Al Husseîn, diyar kir ku tabloya binpêkirinên mafan a Tirkiyeyê wan dixe nava fikaran û wiha got: “Li aliyekê gelek ji kar derxistin û binçavkirin tên jiyîn, li aliyê din gotina ev hemû li gorî standartên hiqûqê ne zehmete.”

EWLEHIYA NETEWEYÎ NABE HINCET

Al Husseîn, da zanîn hêjî Tirkiye destûr nade ku buroya girêdayî wî li welat lêkolîn pêk bîne û wiha pêde çû: “Kesek nikare binpêkirina ewlehiya neteweyî bike hincet. Hevpeymanên navneteweyî ji ber sedemekê hene.” Al Husseîn, bal kişand ser zext û girtinên li dijî rojnamegeran û wiha pêde çû: “Rojnamegerî sûc nîne. Pir girînge ku rojnameger bi azadî karê xwe bikin. Em êrîşên li dijî rojnamegeran qebûl nakin.”

Al Husseîn, di axaftina xwe de bal kişand ser tewrê partiyên siyasî û hikûmetên li welatên Ewropayê û wiha axivî: “ez ji bo zimanê kesên namzedên hilbijartinê û li ser peywirê ne dibêjim. Populizma li Ewropayê sazî û dezgehên navneteweyî bêerk dihêle.”

Ruştu Demîrkaya - dihaber