NAVENDA NÛÇEYAN -Saziyên mafên mirovan û çapemeniyê yên navneteweyî di 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cihanê de bi taybetî bal kişand li ser rewşa xebatkarên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê. Di peyama piştevaniyê de hat xwestin ku rojnamegerên girtî bên berdan.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Enstituya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) di peyamên xwe yên bi munasebeta 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cihanê weşandin de piştgirî dan rojnamegerên girtî yên li Tirkiyeyê.
Di daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Şaxa Almanyayê di daxuyaniya weşand de xwest li Tirkiyeyê rojnamgerên ku girtî ne bên berdan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gelek welatên cihanê li dijî azadiya çapemeniyê astengî bûne parçeyekî jiyanê û bi taybetî bal kişandin li ser rewşa Tirkiyeyê.
'ÇAPEMENIYA AZAD GIRTÎ YE'
Di nûçeya ku Deutsche Welle waşend de Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Şaxa Almanyayê Markus N. Beeko wiha got: "Li tu welatên cihanê wekî Tirkiyeyê rojnamerên girtî tuneye. Çapameniya azad girtî ye."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê herî kêm 156 saziy^ne çapemeniyê hatiye girtin nêzî 2 hezar û 500 rojnameger karê xwe winda kiriye, 120 rojnameger hatine girtin dera berê piraniya wan de jî hê îdianame nehatiye amadekirin.
'BILA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ BÊN BERDAN'
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Şaxa Almanyayê Beeko têkîldarî girtina rojnameran a li Tirkiyeyê nrxandina "bi filî pêkanîna cezayê" kir û wiha got: "Darizandina adil bi s^sitematîk tê astengkirin wekî mînak jî hevdîtinên girtiyan bi parêzeran re tê şopandin û qeydkirin."
Beeko xwest rojnamegerên girtî bên berdan.
JI ROJNAMGERÊN GIRTÎ RE NAME
Dîrektorê Ragihandinê ya Enstituya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) a navenda wî yi Viyanayê ye Steven Ellis jî ji bo rojnamegerên girtî yên li Tirkiyeyê nameyeke vekirî weşand. Di nameya ku rojnameya Cumhuriyetê hat weşandin de wiha hat gotin: "Li çar aliyê cihanê hempîşeyên we dixwazin ku hûn bizanibin hûn netenê ne û nehatine jibîrkirin." Di nameyê de hat gotin ku li Tirkiyeyê heta ku li girtîgehan rojnameger nemîne dê têbikoşin.