NAVENDA NÛÇEYAN- Alîkarê Serokdewletê Rûsyayê Yuriy Uşakov têkîldarî hevdîtina telefonê ya di navbera Serokomar Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin de got ku Erdogan gotinên xwe yên ku der barê Esad de bi kar aniye ji Putin re îzah kiriye.
Alîkarê Serokdewletê Rûsyayê Yuriy Uşakov têkîldarî hevdîtina telefonê ya di navbera Serokomar Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin de daxuyanî da. Uşakov anî ziman ku Serokomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan gotinên xwe yên ku roja borê der barê Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad de kiribû ya "ji bo ku em hikumdariya Esadê zalim bi dawî bikin ketine Sûriyeyê ketine wir jibilî tiştekî din na" ji Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin re îzah kiriye. Uşakov der barê îzaha ku Erdogan kiriye de Rûsa tatmîn bûye yan da pirsa ku hat kirin nebersivand.