NAVENDA NÛÇEYAN- Leyla Halîd a yek ji sembolên berxwedana Filistinê ye ji bo piştgiriya girtiyên filistinî yên di greva birçîbûnê de, dest bi greva birçîbûnê kir.
Leyla Halîd a yek ji sembolên berxwedana gelê Filistinê ye ji bo piştgiriya girtiyên filistinî yên li girtîgehên Îsrailê di greva birçîbûnê de de, dest bi greva birçîbûnê kir.. Girtiyên filistinî ên li girtîgehên Îsrailê dimînin ji ber şertên girtigehê di meha nîsanê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Nêzî hezar û 500 girtiyên filistinî yên li Îsrailê girtî ne û endamên El Fetîh û Eniya Rizgariya Gelê Filistinê (ERGF) ne dixwazin şertên girtîgehan bê başkirin. Ji kadroyên pêşeng ên El Fetîhê Mervan Bargutî yê ku ji 2002'yan heta niha di girtîgehê de ye ji kesên ku ji çalakiya greva birçîbûnê re pêşengiyê dike ye.