NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn, diyar kir ku li Sûriyeyê hêzên kurd di têkoşîna li dijî terorê de xwedî roleke kilîtin û wiha got: “Em ê xebata xwe ya bihêzên kurd re bidomînin û ne hewceye Enqere di vê mijarê de şayîş bibe.”
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn, da zanîn ku li Sûriyeyê ew ê xebatên xwe yên bi hêzên kurd re berdewam bikin û da zanîn ku ji ber wan ji kurdan re çek ne şandine nehewceye Tirkiye bikeve şayîşê.
Putîn ku piştî “Forma Rê û Çembilheyê” ya li Çînê civînek çapemeniyê li dar xist û got ku li Sûriyeyê hêzên kurd di têkoşîna li dijî terorê de xwedî roleke kilîtin. Putîn, anî ziman ku ew ê hevdîtinên wan yên li Sûriyeyê bi hêzên kurd re li ser xebatan bidomînin û got ku divê ev Tikriyeyê nexe nava şayîşan.