NAVENDA NÛÇEYAN- Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ragihand ku divê di şûna baregeha Încirlika Tirkiyeyê ji xwe re li alternatîvan bigerin û Urdun yek ji wan alternatîvan e.
Merkel di civîneke çapemeniyê li Berlînê li dar xist de diyar kir ku ji bo alternatîfa baregeha Încîrlîkê ya Tirkiyeyê lêgerîna wan heye. Merket got ku tiştekî bingehîn e ku parlementer bikarin serdana 250 leşkerên alman ên li Incirlikê di nava NATOyê de dixebitin bikin.
'EMÊ TÊKÎLIYÊN XWE BIDOMÎNIN'
Merkelê wiha got: "Em ê pêwendiyên xwe bi Tirkiyeyê re bidomînin. Lê li gel vê, em ê li rêyên din bigerin daku em ê peywirên xwe bînin cih. Wateya vê ew e ku em li alternetaîvên Încirlikê bigerin. Yek ji alternatîvan, Urdun e."
TIRKIYEYÊ DESTÛR NEDA
Hêjayî gotinê ye ku piştî Tirkiyeyê careke din destûr neda parlementerên alman ku serdana leşkerên alman ên li baregeha Incirlikê bikin. Serokê Komdiysona Parastinê ya Meclisa Federal a Almanyayê Wolfgang Hellmich piştî vê biryarê gotibû, divê leşkerên alman ji Incirlikê vekişin.
Her wiha Berdevkê Serokomariya Almanyayê Steffen Seibert gotibû, ev biryar nayê qebûlkirin.