Senatoya Amerikayê Erdogan rexne kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Senatoya Amerîka, ji Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re nameyeke derbarê pevçûna li pêş avahîya balyozxaneya Tirk şand û parêzvanên Erdogan rexne kir. Di nameyê de êrîşa parazvanên erdogan wekî êrîşa krêt a li dijî azadiyê bi nav kir. Di nameyê de hat xwestin ku êrîşkar bên cezakirin.

Senatoya Amerîka, ji Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re nameyeke derbarê bûyerên li pêş avahîya balyozxaneya Tirk name şand. Senato, di nameyê de wiha got: "Êrîşa li dijî protestoya aştîyane, wek zordarîyên hikûmeta we yên li ser komên muxalîfên sîyasî û medya pêk hat, bi tu awayî nayê qebûl kirin. Di 16’ê Gulana 2017’an de endamên tîma ewlekarîya we bendên polîsan derbas kirin û bi awayekî tund êrîşî komeke ku ji çend kesan pêk hatibû kirin. Ew li derveyî avahîya Balyoz Kiliç bûn. Di êrîşê de herî kêm 9 kes birîndar bûn. Ew ne êrîşa yekê ye. Par jî hin alîgirên we û endamên we yên ewlekarîyê bi awayekî tund bi xwepêşander û xebatkarên medya re pev çûn."

ÊRÎYA KRÊT A TÎMA WE HEQARETA LI AZADIYÊ YE

Di berdewamiya nameyê de êrîşa parêzvanên Erdogan, wekî binpêkirina parastina azadîya medya û mafê civînê yê gelê Amerîkî pênase kir û wiha cih da nameyê: ‘’Ew binpêkirina kirêt ya tîma we ya li axa Amerîka li azadîyan heqaretek e û bandoreke wê ya xerab li ser hikûmeta wê heye. Ew demeke dirêj e em piştgirîya endambûna Tirkîyê ya jibo NATO dikin û em dixwazin di şertên baştir de bi vê hevalbenda Amerîka re hevkarîyê xwe bidomînin.’’ Di nameyê de ji Erdogan hat xwestin ku ew berpirsên êrîşa ser xwepêşandana aştîyane bibîne û ceza bike. Name bi îmzayên senatorê payabilind yê Demokrat Dianne Feinstein û berbijerê seroktîyê yê kevn yê Demokrat John McCain hat şandin.