NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartina serokomariyê ya Îranê Hesen Rûhanî 22.8 milyon û Îbrahîm Reyîsî jî 15.5 milyon deng bidest xistin. Televizyona Îranê diyar kir ku serokomarê Îranê Hesen Ruhanî hat hilbijartin.
Dengdayîn ji bo hilbijartina serokomariya Îranê heya 12'ê şevê hate dirêjkirin. Wezareta Navxwe ya Îranê ragihand ku 40 milyon kes beşdarî dengdanê bûne û rêjeya dendêran ji sedî 70 ye. Li gorî amarên destpêkê destpêkê Hesen Rûhanî 22.8 milyon û Îbrahîm Reyîsî 15.5 milyon deng bidest xistine. Ev dane hêj bi awayekî fermî nehat aşkerekirin. Serokê Komîsyona Bilind a hilbijartinên Îranê jî ragihand ku nêzîkî 40 milyon kes beşdarî hilbijartinan bûne û piştî temambûna cudakirina dengan, wê encamên dawiyê yên hilbijartinên serokomar û civata bajar û gundan bêne ragihandin.
Li gorî televîzyona Îranê ya dewletê Hesen Ruhanî bi dengekî zêde raqîbê xwe Îbrahim Reisi derbas kir û wekî serokomar hat hilbijartin.