NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Vakfa Bill û Melinda Gatesê, di nava welatê cîhanê de di xizmeta tenduristiyê de Andorra di cîhanê de yekemîn e û Tirkiye di rêza 81'emîn a welatê cîhanê de ye.
Kovara The Lancet a îngîlterê rapora Vakfa Bill û Melinda Gatesê ya li ser tenduristiya cîhanê weşand. Kovarê rapora Vakfê ya bi ser navê "Qalîte û Gihiştina Xizmeta Tenduristiyê" weşand. Li gorî raporê welatê Andorra bi 95 puanan di rêza yekemîn a welatê cîhanê de cihê xwe digire. Tirkiye jî di rêza 81'emîn de cihê xwe digire. Li gori xizmeta tenduristiyê û çareserkirina nexweşiyên wekî Difterî, sorik, nexweşiyên bênstendinê, diabet, pençeşêra rehîmê, pençeşêra testisan, losemî û nexweşiyên din bi di nava welatên cîhanê de Andorra bi 95 puanan di rêza 1'emin de cihê xwe girt. Bi 94 puanan Îzlanda welatê 2'emîn, bi 92 puanan Swêd welatê 3'emîn, bi 90 puanan Îsveç, Norveç, Avusturya, Finlandiya welatên 4'emîn, bi 81 puaan DYA welatê 31'emîn cihê xwe girt. Tirkiye jî di nava welatê cîhanê de di rêzên herî dawî de cihê xwe girt û ket rêza 81'emîn.