NAVENDA NÛÇEYAN - Serdozgerê Venezuelayê Luisa Ortega, têkildarî bûyerên li dijî hikûmetê daxuyanî da û diyar kir ku civanê 20 salî ji aliyê hêzên dewletê ve hat kuştin. Dozger, da zanîn ku di 6 hefteyên d8awî de 55 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin.
Serdozgerê Venezuelayê Luisa Ortega, têkildarî bûyerên li dijî hikûmetê daxuyanî da. Ortega, anî ziman ku di çalakiyên li Venezuelayê di 6 heftiyên dawî de 55 kesan jiyana xwe ji dest dane. ORtage, anî ziman ku 6 heftene li dijî hikûmetê xwepêşandan tên lidarxistin û di bûyeran de êrîşên dijwar ên hêzên dewletê pêk hatine. Ortega destnîşan kir ku di bûyeran de zêdetirên çalakgeran ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kuştin û wiha got: "Ciwanê 20 salî bi dûvika bombeya gazê hate kuştin. Heta niha ji hezarî zêdetir çalakvan di protestoyan de birîndar bûne." Televîzyona dewleta Venezuelayê ku daxuyaniya gelek berpirsên hikûmetê dide, axaftina serdozger Luisa Ortega ku gotibû ciwanê 20 salî ji hêla hêzên dewletê ve hatiye kuştin ne derewand.