NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Steinmeier, ê îro bê Enqereyê û li bendê ye ku hişyariya vegera demokrasî û bi dawîbûna OHAL'ê bike.
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Walter Steinmeier ji bo bi Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinê pêk bîne tê Enqereyê. Di hevdîtina ku ji bo têkîliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) gelek girîng tê dîtin de li bendê ye ku mijarên wekî girtina hevserok û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), girtira nivîskarên rojnameya Cumhuriyetê, serbestbûna vîzeyê û Peylana Paşveqebûlkirinê (GKA) bên nîqaşkirin.
Tê gotin ku Wezîrê Almanyayê Steinmeier, hişyariya ku vegera demokrasiyê, piştî hewldana darbeyê rêveberiya awarte ya ku hat îlan kirin bi dawî bibe bike û peyama "Fikarên cidî yên Almanyayê heye û Tirkiye di veqetandina riyekî de ye" bide rayedarên hikûmetê.