NAVENDA NÛÇEYAN- Li Îtalyayê referanduma ku ji bo diyarkirina cihê xwe ye di nava Yekîtiya Ewropayê de dest pê kir.
Îtalya ji bo ku cihê xwe yê di nava Yekîtiya Ewropayê de diyar bike û referandumê pêk tîne. Dengdanê saet di 07.00'an de dest kir dê heta saet 23.00'an berdewam bike û encam jî duşemê aşkera bibe. Referanduma ku rayeyên Senotoyê kêm dike di heman demê de ji bo Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi wekî dengdana pêbaweriyê ye. Heke di sindoqê de dengê "na" derkeve Renzî dibêje ku dê peywira xwe berde. Îtalya jî dibe ku ji herêma euroyê veqete.
Di paketa reformê ya tê dengdan rayeya zêde dide parlamentoyê, li hemberî vê jî rayeyên Senatoyê kêm dike. Serokwezîrê Îtalyayê Renzî bi rengî bi guhertina ji 3/1 qanûna bingehîn ve bawer dike ku xitimandinên di pêvajoya qanûnçêkirinê derbas bike. Heke di referandumê de dengê "na" derkeve û Rezî îstifa bike dê pêş hilbijartin pêk bê. Jibilî vê jî tê texmînkirin jî "Tevgera 5 Stêrk" a ku dixwaze Îtalya ji herêma euroyê derkeve ji hilbijartinan xurt derkeve. Ev jî welatên Yekîtiya Ewropayê ji niha ve dixe fikaran.